Serokwezîr li gel wezîrê karûbarê civata wezîran ya Îmaratê civiya

Serokwezîrê Kurdistanê dibêje em dixwazin fêde ji ezmûna Îmaratê werbigirin.
کوردستان TV
100%

Di civînê de nîqaş li ser hewldanên dîcîtalîze kirina sîstema bankî hate kirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îmaratê de, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê karûbarê civata wezîran ya Îmaratê, Mihemed Ebdulah Elqerqawî civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê sîstema dîcîtalîze kirina sîstema bankî û afirandina derfetên karî bo ciwanan û hewldanên piştîvanî kirina kompaniyên taze damezrayî hatiye kirin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser hemahengî kirin derbarê lihev veguhastina ezmûnan û fêde wergirtina Kurdistanê ji ezmûna xizmetgozariya Îmaratê hatiye kirin.

Weke tê zanîn ev çend roje Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Îmaratê ye û biryare beşdarî du komcivînên girîng be.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.