Neçar dibin ji Tirkiyeyê derkevin.
Li gor zaniyariyên berdest hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze qanûna nû ya welatî bûnê û zagonên wergirtina nişîngehê li Tirkiyeyê biguhere.
Li gor jêderên nûçeyan, hikûmeta Tirkiyeyê guhertina qanûn û zagonên pêdana welatî bûn û mafê nîştecîhbûnê yaku beriya hatina Koronayê dabû destpêkirin lê jiber hatina Koronayê ragirtibû, dîsa xistiye rojevê.
Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze bi guhertinên nû, zagonên pêdana nişîngeha torîstîkî û demkî li Tirkiyeyê biguhere û vê mafê tenê bide ewin ku li Tirkiyeyê sermayegozariyê dikin.
Bi vê guhertina han vê rewşa zêdetir ji 80 hezar welatiyên Îranî yên ku li Tirkiyeyê ne, dikeve metirsiyê û neçar dibin ku li Tirkiyeyê sermayegozarî bikin anjî ji vê welatî derkevin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin