Li devera Xaneqînê di nava rûbara Sîrwanê de hatine dîtin.
Piştî ku di roja 13ê Adarê 4 ciwanên devera Meydanî ya ser bi Xaneqînê xwestibûn gorek hilden û lipey xezêneyên bigerin, hêzên ewlekarî yên Îraqê êrîşî ser wan kiribûn.
Di ji wan ciwanan hatibûn girtin û duyên din jî ber bi rûbarê Sîrwanê ve reviya bûn.
Çend roj ev du ciwanên han wenda bûn û goman hebû ku hatibin kuştin anjî ketibin nava avê.
Piştî 5 rojan termê yek ji wan di nava rûbara Sîrwanê de hate dîtin û îro jî termê evê din jî li heman deverê di nava ava Sîrwanê de hate dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin