Jiber beşdarî kirin di merasîmên Newrozê de hatine girtin.
Zextên rejîma Îranê û hêzên ewlekarî yên rejîmê li dijî welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê didomin.
Di vê çarçoveyê de îro navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku îro hêzên îtlaat û hêzên din yên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd li seraserê barjarên Rojhilatê Kurdistanê dest bi operasiyonên girtinê kirine.
Hengawê belav kiriye ku hêzên rejîm li Sine, Kirmaşan, Pîranşar, Urmiye, Seqiz û Serdeşt û Merîwanê li dijî welatiyên Kurd operasiyonên girtinê destpê kirine û gelek welatiyên Kurd biçav kirine.
Çavkaniyên diyar kiriye ku di nava girtiyan de kalemêrê 75 salî û zarokên 11 salî û 14 salî jî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin