Duhê çekdarên Hûsî bi dorneyan êrîşî ser Siûdiyeyê kiribûn.
Hevpeymaniya Erebî ragihand ku duhê bişev çekdarên hûsî yên ku ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin, bi 7 dorneyan êrîşî ser çend bajarên Siûdiyeyê kirine û gelek zirar di encama êrîşê de çê bûne.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku Amerîka bo piştîvanî kirina Siûdiyeyê ji meha derbasbûyî ve biryar daye daku li dijî êrîşên çekdarên hûsî, piştîvaniyên xwe bo Siûdiyeyê zêdetir bike.
Di heman çarçoveyê de hate diyarkirin ku Amerîka çend sekoyên din yên sîstema berevaniya asmanî ya navdar Patriot şandiye Siûdiyeyê.
Weke tê zanîn par jî Serokê Amerîkayê rêkeftineke mezin li gel Siûdiyeyê di warê leşkerî de îmze kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin