Ukrayna hijmara dîlên Rûs eşkere dike

dibêje di nava 24 seatan de zêdetir ji 100 leşkerên Rûsî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Dibêje zêdetir ji 500  leşker û rayedarên leşkerî di destê me dene.

Şerê navbera Rûsye û Ukraynayê ev 25 roje berdewame û di vê çarçoveyê de Ukrayna hijmara leşkerên Rûs yên dîl girtî eşkere kir.

Di vê çarçoveyê de Cîgira Serokê Ukraynayê İrina Vereşuk ragihand ku niha bi giştî 562 leşker û rayedarên leşkerî yên Rûsî di destê artêşa Ukraynayê de girtîne.

İrina Vereşuk herwiha eşkere kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de zêdetir ji 100 leşkerên Rûsî hatine kuştin û bi dehan tank, zirepuş û tirimbîlên leşkerî yên Rûsî hatine jinavbirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.