Du lîwayên din yên pêşmergev dikevin ser wezareta pêşmerge

ev her du lîwa vê îsal bikevin ser wezareta pêşmerge.
کوردستان TV
100%

Ew her du lîwa ji yekeyên 70 û 80 ne.

Emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge ragihand ku hewldanên yek xistina hêzên pêşmerge û reformên nava wezareta pêşmerge berdewamin û di wan demên dawî de jî ev pêngavên han lezgîn bûne.

Emîndarê wezareta pêşmerge Qehreman Şêx Kemal ragihand ku di çarçoveya hewlên yekxistina hêzên pêşmerge vê îsal du lîwayên din yên yekeyên 70 û 80 yên hêzên pêşmerge dikevin ser wezareta pêşmerge.

Şêx Kemal eşkere kiriye ku her dû hêzên piştîvaniya 1 û 2 li gel 3 lîwayên din heta niha ketine ser wezareta pêşmerge û hewldanên yekxistinê jî berdewam dibin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.