Dibêje Îran ji aliyê Rûsye û Çînê ve hatiye dagîrkirin.
Siyasetmedar û çalakvana Îranî Faêze Haşimî ku keça Serokê berê yê Îranê Haşimî Refsencaniye, derbarê rewşa Îranê de ji îndîpendit re peyviye.
Faêze Haşimî diyar kiriye ku serdanên vê dawî yên rayedarên Îranê bo Rûsyeyê tîje ne ji bêrêzî kirin bi Îranê ji aliyê Rûsyeyê ve û gelek dûrin ji pîvan û rastiyên dîplomatîkî.
Haşimî herwiha eşkere kiriye ku Îran di şûna ku di şerê navbera Rûsye û Ukraynayê de bê alî be, bi eşkere piştîvanî daye Rûsyeyê û niha Îran bûye metîngeriya Rûsyeyê û li gor berejwendiyên Rûsyeyê tevdigere.
Ev siyasetmedara Îranî her wisa diyar kiriye ku ji bilî Rûsyeyê, Çîn jî Îran dagîr kiriye û tiştek di destê Îran û Îraniyan de nemaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin