Rûsye û Îran terorîstan dibin Ukraynayê

heta niha 16 hezar terorîst li welatên îslamî xwe bo şerê dijî Ukraynayê amade kirine.
کوردستان TV
100%

Heta niha zêdetir ji 450 terorîst hatine veguhastin.

Li gor nûçeyeke radiyoferda ya farsî, Rûsye û Îran bo şerê dijî Ukraynayê dest bi pêngaveke nû kirine û ji Sûriyeyê terorîstan bo Ukraynayê vediguhezin.

Li gor çavkaniya han heta niha Rûsye û Îran bi qasî 450 terorîst ji Sûriyeyê birine Ukraynayê daku li dijî artêşa Ukraynayê piştîvaniya Rûsyeyê bikin.

Hate zanîn ku ev terorîstên han beşek ji wan bi rêya Îranê û beşeke din jî bi awayeke raste rast bo Rûsyeyê hatine veguhastin û li hember şer kirinê dijî Ukraynayê mehane hinek pere didin wan.

Ji aliyeke din ve hin jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku heta niha li welatên Îslamî 16 hezar terorîst amadebûna xwe bo piştîvanî kirina Rûsyeyê diyar kirine ku beşek ji wan jî Îranî û Efxanî ne.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.