Mesrûr Barzanî: Em hevnêrîn bûn ku divê ev êriş bên rawestandin

Serokwezîrê Îraqê îro li gel şandeke Îraqî serdana Kurdistanê kir.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hevnêrîn bûn ku divê êrişên mûşekî li ser Hewlêr û Kurdistanê bên rawestandin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser Twittera xwe behsa naveroka hevdîtina xwe û serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî kir û nivîsî: “Îro me pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir. Me gotûbêj li ser wê êrîşa dijminane ya li ser navçeyên niştecihbûna welatiyên sivîl kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî, “Em hevnêrîn bûn ku divê ev cure êriş li ser serweriya Iraqê bên rawestandin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro danê sibê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê serokê hikûmeta Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.