Behsa êrîşa duhê bişev ya ser Hewlêrê hate kirin.
Îro yekşem danê sibê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Di peyvendiya han ya telefûnî de her du alî behsa êrîşa terorîstî ya ser Hewlêrê kirin û Serokwezîrê Îraqê ev êrîşa han şermezar kir û piştîvaniya xwe jî bo aramiya Kurdistanê diyar kir.
Weke tê zanîn duhê bişev Îran bi 12 mûşekên balistîkî êrîşî ser Hewlêrê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin