Amerîka: HSD û hêzên Kurdî li deverê de hevpeymanên me yên bawermendin

Amerîka dibêje Kurd li Rojhilata Navîn de hevpeymanê herî bawermend yê me ne.
کوردستان TV
100%

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye.

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa rola hêzên Kurdî û HSDê di şerê dijî DIŞIê li Sûriyeyê de kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hêzên Kurdî yên li deverê û HSDê, hevpeymanên herî bihêz û bawermend yên Amerîkayê ne.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku hevbeşiya Amerîkayê li gel wan hêzan û hêzên din yên Kurdî bo şerê dijî terorê li deverê de berdewam dibe.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku Kurd li Rojhilata Navîn de hevpeymanên herî bawermend yên Amerîkayê ne.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.