Stoltenberg dibêje Rûsye li berdem aştiya Ewrûpayê astenge.
Sekreterê giştî yê NATo Jens Stoltenberg derbarê êrîşên Rûsyeyê yên bo ser Ukraynayê de ragihand ku Rûsye li Ukraynayê êrîşî ser xelkê medenî dike û xelkê medenî dikuje ku ev jî tawana cengiye.
Jens Stoltenberg eşkere kir ku Putin bi destpê kirina wan êrîşan, qanûn, aştî û ewlekariya cîhanî binpê kiriye û ev yek jî metirsiyeke gelek mezine bo ser mirovatî.
Stoltenberg herwiha anî ziman ku Rûsye li berdem aştiya li Ewrûpayê astengiyeke gelek mezine. Lazime Putin bilez şer rawestîne û leşkerên xwe ji nava axa Ukraynayê vekêşe.
Weke tê zanîn ev 14 roje şer di navbera Ukrayna û Rûsyeyê de didome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin