Belgenameya sereke ya partiyê hatiye amadekirin.
Li gor zaniyariyên berdest, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê partiyeke nû ya siyasî ji aliyê hin siyasetmedar û çalakvanên Kurd ve tê avakirin.
Hate zanîn ku navê partiya han (YB) Yeni Başlangıç e, û belgenameya sereke ya partiyê hatiye amadekirin.
Niha li Bakûrê Kurdistanê 10 part û aliyên siyasî hene ku li gel HDPê siyasetê dikin û bi ava kirina vê partiya han hijmara wan dibe 11 partî.
Komîteya avaker ya vê partiyê jî gotiye ku em ne berdewamiya ti tevgerekin û ne jî paşkoya ti tevgereke siyasî ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin