Şêniyên gundê êrîşî DIŞIê pûç kirin

şêniyên gundê bersifa êrîşa terorîstan dan û terorîst reviyan.
کوردستان TV
100%

Şev terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundeke Kurdan kirin.

Li gor zaniyariyên berdest, direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundê Mensûr ya ser bi devera Heftxar ya li Daqoqê.

Terorîstên DIŞIê ku bi qenas û çekên din êrîş kirine, rastî bersifa şêniyên gundê hatine û di nava her du aliyan de pevçûn qewmiye û di encam de êrîşa terorîstan hatiye pûçkirin û terorîst neçar bûne ji deverê birevin.

Ti zirarên canî û madî ber şêniyên gund neketine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.