Li gel rayedarên Verşova nîqaş kirine vê sîstema berevanî li Polonya were bicîhkirin.
Li gor daxuyaniyeke Fermandariya hêzên leşkerî yên Amerîkî yên li Ewrûpayê, hikûmeta Amerîkayê biryar daye daku bi mebesta bihêztir kirina sîstema berevaniya asmanî, du sîstemên berevanî yên Patriot bişîne sînorên Rojhilatê Polonyayê.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku armanc ji vê biryara han bihêztir kirina sîstema berevaniya asmanî ya NATO li Rojhilatê Ewrûpayêye.
Ev biryara Amerîkayê di demekê de ye ku welatên endam yên NATO yên cîranên Ukraynayê jiber şerê navbera Rûsye û Ukraynayê, ku 14 roje berdewame, di amadebaşiyê dene û NATO jî berdewame li ser bihêztir kirina xeta berevaniya xwe ya li sînorên Rojhilatê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin