Mesrûr Barzanî: Em bi jinên Kurd serfirazin

Serokwzîr di merasîmeke taybet bi 8ê Adarê de gotarek pêşkêş kir.
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê merasîmek hate organîzekirin û Serokwezîr jî têde gotareke kurt pêşkêş kir.

Îro 8ê Adara 2022an li Hewlêrê bi minasebeta roja cîhaniya jinan, bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîmek hate organîzekirin.

Di merasîma han de çend gotar û peyv li dor rola jinan hatin pêşkêş kirin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî gotareke kurt pêşkêş kir û ragihand ku lazime jin xwedan rol û pêgeha hêja ya xwe bin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, weke hikûmeta herêma Kurdistanê gelek girîngî dane, rol û pêgeha jinan û rêjeya jinan di nava kabîneya 9an de jî zêde bûye.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, ev bi jinên qehreman yên Kurd serfirazin û jin jî weke hêzên pêşmerge xwedan roleke mezin û berçavin di parastina welat de.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.