20 hezar dilxwazên biyanî li Ukraynayê ne

Serokê Ukraynayê gotibû kesên ku bixwazibin hevkariya Ukraynayê bikin dikarin bêyî vîze serdana Ukraynayê bikin.
کوردستان TV
100%

Li dijî Rûsyeyê piştîvanî li Ukraynayê dikin.

Li gor daxuyaniyeke wezareta derve ya Ukraynayê, piştî daxwaza Serokê Ukraynayê ya derbarê kesên ku dixwazin bi dilxwazî li dijî Rûsyeyê piştîvaniya Ukraynayê bikin, zêdetir ji 20 hezar dilxwazên biyanî gehêştine Ukraynayê.

Ev dilxwazên biyanî di eniyên şer de li gel artêş û xelkê Ukraynayê şerê dijî Rûsyeyê dikin.

Piraniya wan dilxwazan xelkên welatên Ewrûpayîne.

Weke tê zanîn ev 12 roje şerê navbera Rûsye û Ukraynayê destpê kiriye û gelek kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.