Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî gotarek pêşkêş kir.
Kêliyek beriya niha li Hewlêrê komcivîna pîşesazî ya Kurdistanê li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hijmarek ji Konsulus û nunerên welatan û kompaniyên cuda cuda destpê kir.
Di komcivînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û spasiya organîzatorên komcivînê kir û ragihand ku armanc ji komcivîna han pêşde birina kerta pîşesaziya Kurdistanê ye jiber ku pêşkeftina Kurdistanê fêdeyeke gelek baş digehîne tevahiya Îraqê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha hêvî xwest ku encam û biryarên kom civînên bibin sedema pêşde birina kerta pîşesazî, abûrî û afirandina derfetên karî yên zêdetir li herêa Kurdistanê de.
Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, her çend hikûmeta federalî berdewame li ser ne şandina para Kurdistanê ji bûdceyê, lê hikûmeta Kurdistanê bi derfetên berdest berdewam bûye li ser cîhbicîh kirina projeyên girîng û steratejîkî.
Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, plan û projeyên gelek girîng û steratejîkî bo pêşde birina abûrî û pîşesaziyê li berdestin û cîhbicîh kirina wan projeyan jî pêdivî bi aramî û ewlekariyê heye û pêşkeftina herêma Kurdistanê jî di berejwendiya tevahiya Îraqiyan deye û niha cudatiyên gelek zêde di navbera Kurdistan û deverên din yên Îraqê de heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin