Li Tirkiyeyê 174 kesên din canê xwe ji dest dan

di nava 24 seatan de li Tirkiyeyê zêdetir ji 32 hezar kesên din bi Koronayê ketine.
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî dibêje hijmara pêketiyan kêm bûye.

Duhê bişev wezareta tendirostî ya Tirkiyeyê amarên 24 seatên dawî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Wezareta tendirostî ya Tirkiyeyê diyar kiriye ku her çend hijmara pêketiyan di wan rojên dawî de kêm bûye, lê di nava 24 seatên derbabsûyî de li seraserê Tirkiyeyê bi giştî 32 hezar û 389 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 174 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.