Antony Blinken: Rûsye serkeftî nebû

wezîrê derve yê Amerîkayê dibêje, em bawerin ku vê Ukrayna serkeftineke mezin bidest bîne.
کوردستان TV
100%

Dibêje vê Ukrayna serkeftî be.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyaniyek de ku bo BBC daye ragihandiye ku niha hewlên cidî hene bo ava kirina herêmeke dijefirîn li Ukraynayê.

Blinken di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku şerê Rûsyeyê ya li dijî Ukraynayê weke ku Putin hesab kiribû pêşde naçe û rewş ne li gor Rûsyeyê dimeşe.

Blinken  herwiha eşkere kiriye ku niha Amerîka bawer dike vê Ukrayna di şerê han de serkeftineke mezin bidest bîne.

Weke tê zanîn ev 10 roje şer destpê kiriye û Putin ku digot di nava 24 seatan de Kiev kontrol dike, hîn jî nikariye bigehêje armancên xwe.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.