Nêçîrvan Barzanî: Serhildan deriyê vekirî yê Kurdistanê bû

Nêçîrvan Barzanî dibêje raperîn diyar kirina îradeya bihêz ya gelê Kurdistanê bû.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê derbarê 31mîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê de peyamek weşand.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 31emîn salvegera Raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, “Serhildan deriyê vekirî yê Kurdistanê bû ji bo qonaxeka nû ya xwebirêvebirinê û damezirandina saziyên şer’î û fermî yên Herêma Kurdistanê.”

Serokê herêma Kurdistanê dibêje, “Bîranîna 31 saliya serhildana bi rûmet di Adara sala 1991ê de bi germî li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmerge yên mêrxas û hemû Kurdistaniyan li navxwe û derveyî Kurdistanê pîroz dikim.”

Nêçîrvan Barzanî tekez dike, “Serhildan derbirîna xwestek, bawerî û îradeya mukum a gelê Kurdistanê bû ji bo jiyan û paşerojeka baştir û azad, serferaz û redkirina sitem û zordariyê bû. Berhema xebat û qurbanîdana Pêşmerge, gel û cemawerê serhildayî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê bû.”

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye, “Serhildan deriyê vekirî yê Kurdistanê bû ji bo qonaxeka nû ya xwebirêvebrinê û damezirandina saziyên şer’î û fermî yên Herêma Kurdistanê ku piştî azadiya Iraqê di destûrê da hatine bicî kirin, di navxwe û cîhana derve jî da bi fermî hatine nas kirin û te’amul pê re tê kirin.”

Nêçîrvan Barzanî di vê bîranînê de careke din tekez dike, “parastina azadî û destkeftiyên serhildanê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, erk û berpirsiyariya hevbeş a hemû Kurdistaniyan e û wefadarî ye ji bo canê paqij ê şehîdan û hemû qurbaniyên rêya azadiyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê hêviya xwe derdibire, “Bila ev bîranîn bibe palderek ji bo zêdetir mukumkirina canê biratiyê, bihevrebûnê, yekrêziyê û kûrkirina pêkvejiyanê, hevduqebûlkirinê, lêborînê û karkirina ji bo wan armancên ku şehîdên serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê canê xwe li ser dane.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de dibêje, “Tevî dupatkirina pabendbûna me bi armancên serhildanê, em bi hêvî û umêd, bi bawerî û geşbînî ji bo paşerojeke baştir dinêrîn û bi rêz û hurmet ve yada şehîdên sehildan û hemû şehîdên Kurdistanê dikin.”

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.