NATO huşdarî dide û dibêje rewş gelek metirsîdare

NATO dibêje eger heye şerê Ukraynayê bibe sedema derketina şereke mezin li Ewûrpayê jî.
کوردستان TV
100%

NATO daxwaza vekêşîna bilez ya hêzên Rûsî ji Ukraynayê dike.

Piştî civîna wezîrên derve yên welatên endam di nava NATO de, Sekreterê giştî yê NATO, Jens Stoltenberg daxuyaniyek da çapemeniyê.

Jens Stoltenberg ragihand ku berdewamiya şerê Ukraynayê dibe sedem ku şereke mezin li Ewrûpayê biqewme.

Sekreterê NATo Stoltenberg herwiha eşkere kiriye ku lazime bo pêşî girtin ji vê şerê han her kes amadekariyên xwe bike û lazime bi lez Rûsye jî tevahiya leşkerên xwe ji axa Ukraynayê vekêşe û dev ji dagîr kirina vê welatî berde.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku heta niha NATO beşdarî di şerê de nekiriye û nake.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.