Îro salvegera raperîna mezine

raperîn roja 5ê Adara 1991an li Raniyeyê destpê kir.
کوردستان TV
100%

Beriya 31 salan gelê Kurd dijî rejîma Besê dest bi raperîneke seraserî kir.

Beriya 31 salan di roja 5ê Adarê de yekem pêngava raperîna mezin ya gelê Kurd ya li dijî rejîma dîktator ya Besê hate avêtin.

Di roja 5ê Adarê de li bajarê Raniyeyê, welatiyên Kurd ku bi her awayî ji aliyê rejîma dîktator ve rastî zilm û zextan hatibû, dest bi raperîneke mezin kir.

Raperîn ku bi hemahengiya eniya Kurdistanê û hêzên pêşmerge hatibû organîzekirin, ji Raniyeyê destpê kir û rojbiroj mezin bû û di dawî de gelê Kurd karî tevahiya bajar û bajarokên Kurdistanê ji destê rejîma dagîrker û dîktator ya Besê rizgar bike.

Raperîn bo gelê Kurd destkeftiyên gelek mezin bi xwe re anî û ev yek îsbat kir ku, gelê Kurd ti carî dev ji maf, azadî û axa xwe bernade.

Herwiha raperîn bû sedem ku li başûrê Kurdistanê hikûmet, parlemen û dezgehên din yên fermî jî werin damezrandin.

Di rojên raperînê de gelek qurbanî jî hatine dayîn û gelek leşkerên rejîma dîktator ya vê demê jî bidîl hatin girtin lê Kurdistanî bêyî ku zirarê bidin wan leşkeran, ev radestî malbet û kesûkarên xwe kirin. Herwiha dest bi ser gelek çek, cebelxane û amûrên rejîma dîktator jî hate girtin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.