5 gule topên Tirkiyeyê di nava gundê de ketine erdê.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê bişev balefirên şer yên Tirkiyeyê gundê Hîrorê ya li Kanî Masê bordiman kirine.
Di encama bordimana han de 5 gule top di nava gundê de ketine erdê û zirarên gelek mezin yên madî gehandina xaniyên şêniyên gundê.
Moxtarê gundê Hîrorê Azad Teyyib diyar kiriye ku di encama topbarana gundê de gelek zirarên mezin yên madî çê bûne lê ti zirareke canî li pey bordimanê nebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin