Kuştî û birîndar hene.
Civata leşkerî ya Til Temerê ya HSDê ragihand ku duhê hêzên rejîma Sûriyeyê êrîşî ser şervanên HSDê kirine û di navbera şervanan û çekdarên rejîmê de pevçûn qewmiye.
HSDê diyar kiriye ku di encama pevçûnê de 2 şervanan canê xwe ji dest daye û gelek çekdarên rejîmê jî hatine kuştin.
HSDê herwiha eşkere kiriye ku şervanên wan karîne gelek leşkerên din yên rejîmê jî birîndar bikin û êrîşa wan pûç bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin