Îsraîl navendeke mûşekî ya Îranê eşkere dike

di nava navendê de çend cure mûşek hatine veşartin.
کوردستان TV
100%

Li herêma Tedmûrê li Sûriyeyê ye.

Navenda lêkolînan ya Alma  yaku nêzî îstîxbarata Îsraîlê ye, raportek derbarê navendeke mûşekî ya Îranê li Sûriyeyê belav kiriye.

Di raportê de hatiye diyar  kirin ku hêzên îstîxbaratî karîne, navendeke mûşekî ya gelek girîng ya Îranê li navçeya çiyayê Mihemed bin Elî li herêma Bakûrê Rojhilatê Tedmûrê eşkere bikin.

Di berdewamiya raporta han de hatiye diyarkirin ku ev navenda han ji sala 2014an şûnde hatiye çêkirin û gelek mûşekên Îranî têde hatine veşartin û çend cure mûşekên Îranî û  Rûsî têde hene.

Girîngtirîn û metirsîdartirîn mûşek ku têde hatiye veşartin Zolefqare ku dikare heta 750km biçe.

Di beşeke din ya raportê de hatiye eşkere  kirin ku cîhê bicîh kirina mûşekan navçeyeke çiyayiye lewre ev mûşekên han dikarin bibin metirsî bo ser Îsraîl û hêzên Amerîkî yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê.

N: E. G

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.