Xwarzêya Xamneyî hatiye girtin

ji aliyê îtlaata Îranê ve hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê îtlaata Îranê ve hatiye girtin.

Li gor nûçeyeke malpera Herana hêzên îtlaata Îranê xwarzêya Rêberê şoreşa Îranê, binçav kirine.

Çavkaniyê belav kiriye ku xwarzêya Elî Xamneyê bi hinceta ku di merasîmeke birîanîna hevjîna şahê berê yê Îranê Fereh Pehlwî de helbest xwendiye û rexne li rejîma Îranê kiriye, ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatiye girtin.

Navê xwarzêya Xamneyê Ferîde Muradxaniye, nav hatî herwiha çalakvaneke warê mafin mirovane û gelek caran jî berevanî ji mafên girtiyan dike.

Hate zanîn ku Ferîde Muradxanî di peywendiyeke telefûnî de ji malbeta xwe re diyar kiriye ku piştî lêpirsînê ji navenda îtlaatê bo beşê 209 ya girtîgeha Ewînê ya li Tehranê ku taybete bi girtiyên îtlaatê hatiye weguhastin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.