Deriya serekî ya qaçaxa çek û cebelxaneya Îranê eşkere dike.
Civata ewlekarî ya ser bi netewên yekgirtî, di civîneke xwe ya taybet de huşdarî daye Îranê û ragihandiye ku Îran berdewame li ser şandin û qaçax kirina çek û cebelxaneyan bo welatên din.
Li gor nûçeya WSJ civata ewlekariya netewên yekgirtî diyar kiriye ku bendera Casik ya li başûrê Îranê deriya herî serekî û girîng ya Îranê ye bo şandin û qaçax kirina çek û cebelxaneyan bo welatên din.
Di civînê de hatiye gotin ku Îran çek û cebelxaneyên xwe û yên Rûsî destpêkê dibe bendera Casik û pişt re jî bi rêya deryaya Emanê wan radestî çekdarên husî û komên din yên çekdar li welatên din dike.
Herwiha hatiye diyarkirin ku Îran bi rêya keştî û belemên biçûk û bi çavdêriya hêzên xwe yên deryayî çek û cebelxaneyan ji bendera Casik bo deverên din vediguhêze.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin