Serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke leşkerî ya Amerîkayê kir.
îro sêşem Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya General Berpirsê Bilinda Serbazî û Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya ewlekarî ya Amerîkî li Iraqê Kiss Phillips kir.
Di civînê de pêşhatên emnî yên dawî yên li Iraq û rûbirûbûna gef û metirsiyên DIŞIê hate nirxandin û tekez li ser girîngiya alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin, bi taybetî jî li wan navçeyên ku valahiya emnî têda heye.
Di mijareke dinê civînê de behsa hengavên dawî ya proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kirin û her du alî hevra bûn li ser girîngiya yekxistina Pêşmerge û berdewamiya piştgîriya Amerîka ya ji bo proseyê û ji bo pêşkêşkirina meşq û rahênanê bi Pêşmerge bi pêwîst zanîn. Her li vî derbarî de şandê spasî rola Serokê herêma Kurdistganê Nêçîrvan Barzanî ya di proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge da kir.
Şanda Amerîkî dûpat kir ku rûbirûbûn û têkşikandina DIŞIya ji bo Amerîka karê pêşîneye û bi vê navê da jî ji nêzîk ve li karkirina li gel hevbeşên li Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê berdewam dibe, xweşhaliya xwe jî bi hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê derbirî.
Peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsî û gefên DIŞI li Sûriye û rewşa kempa Hol ya li Sûriye, pêşhatên dawî ya rewşa şer li Ukrayna û çend pirseke dinê girîng û hevbeş bûn, mijarên dinê vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin