Kanada dorpêçeke nû dixe ser Rûsyeyê

Bankaya navendî ya Rûsyeyê jî biryara daxistina borseya Rûsyeyê da.
کوردستان TV
100%

Serokê Kanadayê dibêje em petrolê ji Rûsyeyê hawirde nakin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku hawirde kirina petrola xam ji Rûsyeyê fêdeyeke gelek zêde dide Putin û derdorê Putin lewre Kanada xwe amade dike daku weke dorpêçeke nû, hawirde kirina petrola xam ji Rûsyeyê qedexe bike.

Ji aliyeke din ve her di çarçoveya şerê navbera Rûsye û Ukraynayê de îro bankaya navendî ya Rûsyeyê bo pêşî girtin ji herfîna abûriya welat, ferman da borseya Rûsyeyê ku kar xebatên xwe rawestîne û borse bo demeke nediyar were daxistin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.