43 sal beriya niha Jeneral Mele Mistefa Barzanî koça dawî kiriye.
Mistefa Şêx Mihemed Barzanî ku wek Mela Mistefa Barzanî tê nasîn, sala 1903 li gundê Barzanê yê ser bi devera Mêrgesorê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, bi sedema serhildanên deverê di jiyê pênc salî de ew û diya xwe ketine zîndanê. Birayê şêx Ebdulselam Barzanî ye, ku ji ber ku rêberiya şoreşa Barzanî ji aliyê rêjîma wê demê ya Iraqê ve hat bidarvekirin. Di xortaniya xwe de bi hêzek mezin ji Barizaniyan berê xwe dide devera Silêmaniyê û diçe alîkariya şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd.
Ji aliyekî din ve hêzek mezin ji Barizaniyan dide pey xwe û diçe hewariya ermeniyên ku rastî komkujiyê hatine. Di salên 1932î de bi hêceta ku rêbertiya şoreşa Barzan kiriye heta sala 1943an bi malbata xwe sirgûnê Silêmaniyê tê kirin. Di sala 1943an vediger devera Barzan û şoreşek din li dar dixe, sala 1945 serperşitya hêzeka mezin dike û berê xwe dide Komara Kurdistanê bo aliyakariya wan li Mehabadê , herweha di komarê de pileya generaltiyê werdigire û dibe fermandeyê gşitî yê hêzên Pêşmerge.
Mela Mistefa Barzaznî, sala 1946 Partiya Demokrat a Kurdistanê dadimezirîne û wek serokê partiyê tê hilbijartin.Piştî şikestina Komara Kurdistanê, Barzanî biriyar dide teslîm nebe û bi 500 hevalên xwe ve berê xwe didin Soviyetê. Sala 1947 bi komek pêşmergeyan xwe ve li ava Aras didin û digihên Ermenistanê û li wir di kempekê de li herêma Nexçewanê dimînin , heta tên veguhestin bo dewrdora bajarê Bakû, paytexta Azerbêcanê, sala 1948 Barzanî û hevalên xwe tên guhastin dîsan lê bo Ozbekstanê vê carê . di pey wê de jî li komarên cûda cûda yên yekêtiya Soviyêtê tên belavkirin .
Sala 1958 Barzanî û hevalên xwe ji aliyê Ebdulkerîm Qasim yekemîn serokkomarê Iraqê hatin vexwendin ku vegerin û bi merasîmekê mezin pêşwazî li wan hate kirin li Bexdayê. Meha Îlonê ya sala 1961 dest bi şoreşekê kir û ji ber wê jî wek Şoreşa Îlonê hat nasîn. Di 11ê Adara 1970 û bi sedeme şoreşê hikûmeta Bexdayê neçar dibe ku mafên nîşitimanî yên milletê Kurdistanê qebûl bike û li ser dayîne mafê otonomiyê bi Barzanî re li hev werin.
Sala 1971 Barzanî ji hewla terorkirinê rizgar dibe , dû re eşkere bû ku Bexdayê pilana vê yekê danîbû. Sala 1974 hikûmeta Iraqê bêyî ku bi kurdan re bişêwire rêkeftina otonomiyê bin pê dike , ew jî bû sedema gurbûn û tundbûna şoreşa kurdî bi serokatiya Barzanî li dijî hikûmeta Iraqê .
Roja 6ê Adara 1975 hikûmetên Îran û Iraqê bi agadariya Amerîka “Rêkeftina Cezayirê” îmza dikin, ew bû sedemek ji sedemên şikestina şoreşa kurdan bi rêberyêe Mela Mistefa Barzanî. Pşitî şikestina şoreşê Barzanî û gellek ji serkirdeyên şoreşê û pêşmergeyên Kurdistanê bi mal û zarokên xwe vê carê berê xwe didin Îranê .
Barzanî û serkirdeyên şoreşê wezîrê derve yê wê demê yê Amerîka Henry Ksînger û Mihemed Riza Şahê Îranê bi wê tohmetbar dikin ku pişta xwe dane kurdan û xiyanet li wan kirine. Di sala 1976 de Barzanî bi ji ber nexoşiyê berê xwe dide Amerîka û li wir têkeliyên xwe bi mediyaya amerîkî û Kongrêsê re qayimtir dike, ew jî erênî bûn li ser doza kurd.
Mela Mistefa Barzanî, roja 1ê Adara 1979an li nexweşxaneya George Towan li bajarê Washingtonê yê Amerîka çû ber dilovaniyêe xwedê û di pey re li bajarê Şino yê Rojhilata Kurdistanê tê definkirin lê cenazeyê wî û kurê wî Idrîs Barzanî sala 1993an bo zêda wan tên veguhestin û li wir tên definkirin.
Kurdistanî her sal di 1ê Adarê de bi çalakiyên curbicur Mele Mistefa Barzanî bibîr tînin û serê rêzdariyê li hember xebat û têkoşîna wî ditewîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin