Ev 5 roje di navbera Rûsye û Ukraynayê de şere.
Duhê bişev Yekîtiya Ewrûpayê ragihand ku hevkariyên wan yên siyasî, leşkerî û locistîkî yên bo Ukraynayê di rê dene û di demeke nêz de digehêjin destê aliyên Ukraynî.
Yekîtiya Ewrûpayê eşkere kiriye ku ev şerê han ne şerê gelê Rûsye û gelê Ukraynayê ye belku şerê Putine û em jî piştîvaniya Ukrayniyan dikin ku berevanî ji welat, ax, maf, azadî û demokrasiya xwe dikin.
Weke tê zanîn duhê YE Rûsye ji sîstema darayî ya SIWFT derxistibû û roja berê jî ji Konseya YE der xistibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin