Ji aliyê hêzên Ukraynî ve ketiye kemînê û hatiye kuştin.
Çavkaniyên Ukraynî ji çapemeniya cîhanî re ragihandine ku Fermandarê giştî yê çekdarên Çîçanî yên ku li ser daxwaza Putin çûne Ukraynayê û piştîvaniya hêzên Rûsî dikin, ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatiye kuştin.
Jêder behsa vê kirine ku ev Fermandarê han navê xwe Magomed Tushaev ye û weke destê rastê Serokê Çîçanê jî tê nasîn.
Hêzên Ukraynî diyar kirine ku ev Fermandarê han li derdorê balefirxaneya leşkerî ya Antonov hatiye kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin