Şeva derbasbûyî li Baneyê hatiye kuştin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku şeva derbasbûyî çekdarên rejîma Îranê li Baneyê êrîşî ser kasibkarekî Kurd yê bi navê Seidî Pîran temen 35 sal kirine.
Nav hatî ku şêniyên gundê Kerîmavayê Baneyê ye di encama êrîşa han de canê xwe ji dest daye.
Hengawê li ser zarê şahêdên bûyerê belav kiriye ku tirmbîla Pîran tiştek pê re nebûye, hêzên rejîmê jî bêyî ti hincet û sedemek gule li ser tirimbîla wî reşandine û di encam de nav hatî canê xwe ji dest daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin