Duhê artêşa Rûsî ji aliyê Rojavayê ve bajêr dorpêç kiriye.
Piştî ku duhê artêşa Rûsyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser Rûsyeyê de, ji aliyê Rojavayê ve, bajarê Kiyvê dorpêç kir, tê gotin ku rewşa bajarê aloze.
Îro şemî danê sibê jî jêderên nûçeyan behsa vê yekê kirine ku, kêliyek beriya niha li nêzî fermangeheke hikûmetê li Ukraynayê dengê teqîneke mezin hatiye bihîstin.
Çapemeniya nêzî Rûsyeyê jî belav kiriye ku Serokê Ukraynayê reviyaye û daxwaz ji artêşa xwe kiriye çekên xwe deyinê, lê Serokê Ukraynayê bi weşandina vîdeoyekê ev yek red kir û ragihand ku ev li Kiyvê ye û berdewamin li ser berevanî kirin ji welat û bajarên xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin