Êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê destpê kirin

operasiyona esmanî ya Rûsî destpê kir û balefirên şer û mûşekên Rûsî çend bajar û bajarokên Ukraynî bordiman kirin.
کوردستان TV
100%

 

Rûsye ji çend aliyan ve dest bi operasiyonên esmanî dijî Ukraynayê kir.

Piştî demeke dirêj alozî û diyaloga siyasî, îro seat 6ê sibê Serokê Rûsyeyê Wladimir Putîn bi fermî fermana destpê kirina êrîş û operasiyonan dijî Ukraynayê da artêşa welatê xwe.

Çend deqîqeyek piştî fermana Putin, balefirên şer yên Rûsî û yekîneya mûşekî ya vê welatî ji sê aliyan ve, Başûr, Rohilat û Bakûr ve dest bi êrîşên xwe yên bo ser Ukraynayê kirin.

Rûsye bi balefir û mûşekan çend bajar û bajarokên Ukraynî bi taybetî paytexta Ukraynayê jî bordiman kirine.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.