Dibêje yê ku herî zêde zirar bike Tirkiyeye.
Serok giştî yê CHPê Kemal Qilicdaroglû di gotareke xwe de diyar kiriye ku têkiliyên CHPê li gel dengderên Kurd gelek başin û vê karibin di hilbijartinan de dengên baş yên dengderên Kurd bidest bixin.
Derbarê şerê navbera Ukrayna û Tirkiyeyê de jî Serokê CHPê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê kiriye daku siyaseteke bêalî bimeşîne jiber ku eger şer derkeve, yê ku herî zêde zirar bike Tirkiyeyê jixwe rewşa siyasî, abûrî û civakiya Tirkiyeyê nikare tişteke din tehemul bike.
Serok CHPê herwiha eşkere kiriye ku rewşa abûrî ya Tirkiyeyê ne di astekê deye ku karibe di rewşeke din ya şer de, liber xwe bide, lewre em şer naxwazin û lazime hikûmet bê alî be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin