Çekdarên heşda şebî 22 welatiyên Kurd girtine

kesûkarên welatiyên girtî ditirsin ku heşda şebî kesên girtî radestî hêzên rejîma Sûrî bikin.
کوردستان TV
100%

Ev welatiyên han şêniyên Rojavayê Kurdistanê ne.

Beriya du rojan çekdarên heşda şebî li navçeya Teleferê 22 welatiyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê binçav kirine.

Li gor zaniyariyan ew welatiyên Kurd xwestine bi rêya Teleferê derbasî axa Îraqê bibin û ji wir jî derbasî başûrê Kurdistanê bibin lê ji aliyê çekdarên heşda şebî ve hatine girtin.

Niha kesûkarên wan fikarên wan hene ku heşda şebî girtiyên wan radestî hêzên rejîma Sûriyeyê bike.

Heta niha çarenivîsa welatiyên girtî nediyare.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.