Êrîşên Îsraîlê yên bo ser Sûriyey didomin

duhê bişev artêşa Îsraîlê bi mûşekan Başûrê Sûriyeyê bordiman kiriye.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev jî Îsraîl Başûrê Sûriyeyê bordiman kiriye.

Li gor çapemeniya rejîma Sûriyeyê duhê bişev artêşa Îsraîlê, êrîşî ser çend navçeyên parêzgeha Quneytre  ya li Başûrê Sûriyeyê kiriye.

Çapemeniya rejîmê diyar kiriye ku artêşa Îsraîlê bi mûşekên zemîn bi zemîn êrîş pêk aniye.

Parêzgeha Quneytre cîheke steratejîke  ku têde ji bilî leşkerên rejîmê hevdem navendên leşkerî yên çend komên terorîst, hizbulah û çekdarên ser bi Îranê jî hene.

Heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.