Şandeke Îspanî li Hewlêrê ye û li gel rayedaran dicive.
Wezareta lektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku îro şandeke Îspanî bi Serokatiya balyozê Îspanyayê yê li Îraqê Pedro Martinez serdana wezareta elektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê kiriye û li gel wezîr û rayedarên din yên wezaretê civiyaye.
Di civînan de şanda Îspanî behsa xwesteka kompaniyên Îspanî bo hêlbirînê li Kurdistanê de bi taybetî di warê hêlbirîn elektirîkê de kiriye.
Her di heman civînê de wezareta elektirîkê jî amadebûna xwe bo kar kirin li gel kompaniyên Îspanî diyar kiriye û ragihandiye ku amadeye her cure karasaniyek bo kompaniyên Îspanî bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin