Îran: Destê me bo cîranan vekirîne

şanda Îranî ku duhê çûye Qeterê daxwaza têkiliyên baş li gel welatên Erebî dike.
کوردستان TV
100%

Şandeke Îranî bi Serokatiya Serokkomar li Qeterê ye.

Di çarçoveya serdana şanda Îranî y abo Qeterê bi Serokatiya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de, îro wezîrê derve yê Îranê peyamek li ser twitterê belav kir.

Wezîrê derve yê Îranê Husên Emîrebdulahiyan di peyama xwe de nivîsandiye; Yek ji xalên serekî yên siyaseta me ya derve, têkiliyên baş li gel welatên cîrane, jiber vê çendê jî destê me bo tevahiya cîranên me vekirîne.

Nav hatî eşkere kiriye ku têkiliyên baş li gel welatên cîran bi taybetî welatên Erebî bo Îranê gelek girîngin.

Weke tê zanî şanda Îranî duhê serdana Qeterê kiriye û civîn û hevdîtinên xwe yên I Qeterê didomîne.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.