Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê kargeheke madeyên teqemeniyê ya çeteyên DIŞI`ê desteser kir. Di kargehê de madeyên teqemenî, madeyên çêkirina bombeyan û mayînan hebûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ev daxuyanî da: "Hêzên Ewlekariyê li Reqayê 20`ê Sibatê kargeheke kevn a çeteyên DIŞI`ê desteser kir. Di kargehê de madeyên teqemenî û madeyên çêkirina bombeyan hene.
Odeya operasyonên navendî ragihand ku maleke bi guman li kêleka dêrê heye ku madeyên teqemeniyê tê de hene. Li ser van agahiyan hêzên me û Tîma Endezyariya Bêbandorkirina Mayînan berê xwe dan deverê. Hêzan yekser derdor dorpêç kir û welatî dûrxistin da ku tîm dest bi kontrolkirina malê bike.
Madeyên di malê de hatine dîtin ev in:
-Madeya TNT (1 kg)
- Macûna teqemenî hecm ribek kg (0, 25)
-Mayîn (1)
-Bombeyên destên ên rûsî, 2
-Bombeyeke li herêmê hatiye çêkirin, 1
-Cebilxane cureya (12.5), 2
-Kabsûlên mayînên elektrîk, 30
-Kabsûlên seriyên topan, 6
-Kabsûlên bombeyan, 5
-Mask, 1
Ev made hatin bê bandorkirin, beyîn zirar çê bibin.
Di dawiyê de em bang li welatiyan dikin ku hişyar bin û dema cismên bi guman dîtin, yekser agahiyê bidin navendên hêzên me da ku parastina aştiya giştî were kirin."
Ji anhayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin