Li nêzî Dîmeşqê çend navendên leşkerî hatine bordimankirin.
Li gor çapemeniya rejîma Sûrî, duhê bişev artêşa Îsraîlê bi rêya mûşekan êrîşî ser Sûriyeyê kiriye.
Çapemeniya rejîmê diyar kiriye ku Îsraîl bi rêya mûşekan çend navendên leşkerî yên li nêzî Dîmeşqa paytext bordiman kiriye.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, navendên rastî êrîşê hatine navendên çekdarên Îranî û hizbulaha Libnanê ne.
Heta niha artêşa Îsraîlê derbarê vê êrîş û zirarên êrîşê de ti daxuyaniyeke fermî nedaye û rejîma Sûrî jî behsa zirarên êrîşê nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin