Piraniya bazirganiya Îranê li gel Îraqê bi rêya Kirmaşanê pêk tê.
Serokê odeya bazirganî ya Kirmaşanê ragihand ku Kirmaşan navendeke gelek girîng ya bazirganî û tiranzîta bazirganî ya di navbera Îran û Îraqê deye.
Serokê odeya bazirganî ya Kirmaşanê Muhsên Darabî ji Irnayê re diyar kiriye ku, Kirmaşan navendeke girîng ya bazirganî û tiranzîta bazirganî ya di navbera Îran û Îraqê ye û ji sedî 43 bazirganiya Îranê li gel Îraqê bi rêya deriyên sînorên yên Kirmaşanê tê kirin.
Nav hatî diyar kiriye ku di nava 9 mehên derbasbûyî de bi qasî 1 miliyar û 944 miliyon dolar bazirganî li deriyên sînorî yên Kirmaşanê de hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin