Serokwezîr li gel Mîrê Qeterê dicive

Kurdistan û qeter têkiliyên xwe di warê abûrî û bazirganî de berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Niha li gel wezîrê pîşesaziya Qeterê di civînê deye.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Qeterê de, vê piştî çend deqîqeyên din Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Mîrê Qeterê bicive.

Herwiha niha Serokwezîr li gel wezîrê pîşesazî û bazirganî yê Qeterê di nava civînê deye û piştî bi dawî hatina civînê li gel Mîrê Qeterê û pişt re jî vê li gel Serokê navenda hêlbirîna Qeterê bicive.

Di wan civînan de giftûgo li ser pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Qeterê tê kirin.

Weke tê zanîn duhê Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Qeterê kiribû.

N: E. G

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.