Li derveya welat bi tawanên curbicur hatine girtin.
Berpirsekî karûbarên navnetewî ya wezareta dad ya Îranê bi navê Kazim Xerîbabadî ragihandiye ku bi giştî 3 hezar û 800 welatiyên Îranî li derveya Îranê di nava girtîgehan dene.
Ev berpirsê Îranî diyar kiriye ku piraniya wan girtiyan jiber madeyên hişber hatine girtin û hinek ji wan jî jiber kiriyarên siyasî.
Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku hijmara herî zêde ya welatiyên girtî yên Îranî li Tirkiyeyê ye ku nêzî 2 hezar kese.
Ev rayedarê Îranî daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kiriye daku hevkariya wan welatiyên xwe yên girtî bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin