Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê xwepîşandan hene

xwepîşandan li gelek bajaran destpê kiriye û rayedarekî AKPê jî huşdarî dide û dibêje eger buhayên tiştan neyên kêm kirin vê tiştên nexwestî çê bibin.
کوردستان TV
100%

Li dijî giraniyê û hikûmetê xwepîşandan tê kirin.

Jiber giran kirina buhaya elektirîk û gazê û herwiha jiber giraniya giştî yaku li Tirkiyeyê heye, li gelek bajar û bajarokên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê xwepîşandan hene.

Duhê bişev li Amed, Mêrdîn, Agirî û li çend bajarên Rojavayê Tirkiyeyê weke Îzmîr, Îsparta û çend deverên din xwepîşandanên gelek mezin yên grseyî hatin lidarxistin.

Xwepîşander bi tundî bilind kirina buhayê elektirîk û gazê mehkûm kirin û daxwaz ji hikûmetê dikin ku buhayê kêm bike.

Ji aliyeke din ve her duhê berpirsekî AKPê jî li ser twitterê hayedarî dabû hikûmetê û gotibû ku eger buhayê gaz û elektirîkê neyê kêmkirin vê gelek tiştên nexwestî biqewmin.

N: E. G

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.