17 sal bû hevjîna hev bûn.
Li gor nûçeya çapemeniya Îranê duhê şemî danê êwarê li bajarê Ehwazê ya li başûrê Îranê, welatiyeke Îranî, jiber sedemên nediyar, serê hevjîna xwe jê kir.
Ev welatî piştî jê kirina serê hevjîna xwe, di nava kolanên bajêr de, serê hevjîna xwe gerandiye û pişt re jî reviyaye.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku ev zilamê ku serê hevjîna xwe jê kiriye, 17 sale li gel hev hevjîn bûne.
Weke tê zanîn şêniyên başûrê Îranê bi taybetî Ehwaz û derdorê, piranî erebin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin