Îran û Îraq behsa ewlekariya deverê dikin

Îraq û Îran têkiliyên xwe berfiretir dikin û Îran dibêje li dijî her hewleke bo têkdana rewşa Îraqê.e
100%

Kazimî û Reîsî bi rêya telefûnê axevin û behsa çend mijaran kir.

Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Serokatiya civata wezîran ya Îraqê, Serokwezîr Mistefa Kazimî bi rêya telefûnê peywendî bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re kiriye.

Di peywendiya han ya telefûnî de her du alî tekez li ser hewldanên hevbeş yên bo dabîn kirina aramî û ewlekariya deverê û domandina diyalogê bo jihev fêmkirinê kirine.

Her di heman peywendiya han ya telefûnî de, Reîsî û Kazimî tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên navbera Îran û Îraqê kirine û Reîsî jî diyar kiriye ku ev weke Îranê li dijî her cure hewldanekin ku bandorê li ser pêgeha Îraqê bike û bibe sedema têkdana rewşa Îraqê.

Weke tê zanîn duhê jî wezîrên derve yên Îraq û Îranê axevî bûn û behsa çend mijaran kiribûn.

N: E. G

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.